Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -EBNA -Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê Şoreşa Îslamî di hevdîtina ligel endamên Desteya Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Şehîdên Hawargiheştinê, xala berûvajî û himberîLi gorî morela fedakarî û alîkariyê, reftara hovane ya cinayetkarên siyonîst derheq êrişa ser ambulansan, bombebarankirina nexweşxaneyan û kuştina nexweş û zarokên bêberevan da zanîn û got: Îro rojê cîhan bi destê van heywanên bi rengê mirovan ve tê birêvebirin û Komara Îslamî erka xwe dibîne ku li hember hovîtî û xwînmijiya wan raweste. HZ. Ayetullah Xamineyî tekez kir ku protestokirina cinayetên li dijî xelkê sivîl erka gitşî ye û got : Ev berpirsiyarbûn e ku ronahiya hêviyê di dilan de vêdixe û helbet dijminên wekî welatên rojavayî neçar dike ku li himber Komara Îslamî ya Îranê rawestin ji ber ku heke em dev ji protestokirina hovîtiya wan berdin, ew ê bi me re dijminatiyê nekin.
Wî pirsgirêka sereke ya zordarên rojavayî redkirina şaristaniya wan a batil û neheq ji aliyê Komara Îslamî ve da zanîn û got: Batil û neheqî mehkûmî işkestê ye. Bê guman, ji bo bidestxistina vê yekê, divê em ber xwe bidin û xwe ji xemsarî û pasîvbûn, revîn, kenîn û dayîna pesnê neheqiyê ku dibe sedema pêşdeçûna wê ,dûr ragirin.
Your Comment